Serokê herêmê li gel balyozê Norvêjê civiya

Norvêj girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dide.
کوردستان TV
100%

Behsa gelek mijaran bi taybetî hilbijartinên herêmê hatiye kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Norvêjê yê li Urdin û Îraqê Espen Lindback kir.

Di civînê de têkiliyên Norvêjê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, giftûgoyên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareser kirina kêşeyên heyî, rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û herêma Kurdistanê, hilbijartinên herêma Kurdistanê û rewşa Şingalê hatine nirxandin.

Her du aliyan tekez li ser pêşde birina têkiliyan û hevkarî û hevbeşiya navbera xwe bi taybetî di wan waran de kiriye ku, Îraq û herêma Kurdistanê dikarin fêde ji ezmûn û pisportiya Norvêjê werbigirin.

Her di heman civînê de her du alî li ser girîngiya parastina aramî û ewlekariya Îraqê hemfikir bûn û balyozê Norvêjê jî ev yek dubare kiriye ku, welatê wî girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê.

Şer û aloziyên Rojhilata Navîn û bandorê wan, şerê Ukrayna û çend mijarên din yên cîhê girîgniya hevbeş mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.