Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê daxuyanî da.
Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê Jeneral Patrick Ryder derbarê civîna duhê bişev ya di navbera wezareta berevanî ya Amerîka û hêzên pêşmerge de daxuyanî da.
Jeneral Patrick Ryder ragihand ku, demeke dirêje ku, têkiliyên baş û bihêz di navbera hêzên pêşmerge û wezareta berevanî ya Amerîkayê de hene û Amerîka niha jî hewl bo bihêztir û berfiretir kirina wan têkiliyan û domandina wan têkiliyan dide.
Weke tê zanîn duhê bişev di navbera şandeke wezareta berevanî ya Amerîka û wezareta pêşmerge de civînek hatibû lidarxistin û di civînê de giftûgo derbarê reformên nava wezareta pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge hatibû kirin û di civînê de şanda Pentagonê tekez li ser domandina piştîvaniyên xwe bo hêzên pêşmerge kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin