Amerîka: Bersifa me demdirêj dibe

dibêje emê bersifên dijwar bidin Îran û çekdarên Îranî.
کوردستان TV
100%

Dibêje pircure û demdirêj dibe.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di kongreyeke çapemeniyê de behsa êrîşa komên çekdar yên Îranî bo ser navenda leşkerî ya Amerîka ya bi navê 22 ya li Urdinê kir.

Antony Blinken eşkere kir ku, weke Serokê Amerîkayê diyar kiriye vê Amerîka bersifa êrîşên wan çekdaran dide lê bersifa vê carê ya Amerîkayê cuda dibe û bersifa vê carê ya Amerîkayê demdirêj û pir cure dibe.

Ji aliyeke din ve rojnameyên navdar yên Amerîkayê belav kirine ku, di civîna duhê ya konseya ewlekarî ya Amerîkayê de du bijarde hatine nîqaşkirin ku, yek ji wan êrîşên raste rast bo ser Tehranê û bijardeya duyem jî lazime rayedarên Îranî werin armanckirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.