Kongrês daxwaza lêdana Tehranê dike

dibêjin lazime raste rast êrîşî ser Îranê were kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje weke bersifdayîna êrîşê lazime derbên dijwar li Îranê werin dayîn.

Piştî êrîşa komên çekdar yên Îranî yên bo ser hêzên Amerîkî li Urdinê, Senatorên Komarî yên di nava kongrêsa Amerîkayê da daxwazek ji Serokê vê welatî Jeo Biden kirine.

Kongrêsmanên Komarî daxwaz kirine ku, weke bersifdayîna êrîşa duhê bişev ya bo ser hêzên Amerîkî li Urdin yaku, Îran têde berpirse, lazime Amerîka raste rast êrîşî ser Îranê bike û li Tehranê derbên dijwar li rejîma Îranê bide.

Weke tê zanîn duhê bişev li Bakûrê Rojhilatê Urdinê êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin û di encam de 3 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 34 leşkerên din jî birîndar bûne.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.