4 welatiyên din yên Kurd bi îdamê re rûbirû ne

mimkune heta yekşemê werin îdamkirin.
کوردستان TV
100%

Li girtîgeha Evîn li Tehranê girtîne.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, 4 girtiyên siyasî yên Kurd yên ku, li girtîgeha Evînê ya li Tehranê girtîne, di wan rojên nêz de vê werin îdamkirin.

Hengawê diyar kiriye ku, malbetên wan girtiyan bo girtîgehê hatine vexwandin û ev yek jî bi vê wateyê ye ku, vê heta roja yekşemê ev girtiyên han têne îdamkirin.

Ji aliyeke din ve malbet û kesûkarên wan daxwaz ji gelê Kurd û civaka cîhanî dikin û li dijî îdam kirina wan bikevin nava tevgerên bilez.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.