Hijmara kuştiyên Xezeyê 26 hezar kes derbas kir

gelek cenaze hîn jî di bin kawêlan dene.
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostiya Felestînê daxuyanî daye.

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê yaku, piştî êrîşa 7ê Cotmehê ya Hemasê bo ser Îsraîlê destpê kiriye hîn jî didome.

Di vê derbarê de wezareta tendirostiya Felestînê daxuyanî daye û ragihandiye ku, ji destpêkê şerê hanê heta îro bi giştî 26 hezar û 422 kes li Xezeyê hatine kuştin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di heman demê de zêdetir ji 65 hezar kesên din jî birîndar bûne û gelek cenazeyên gelek kesan jî hîna di bin kawêlan de nehatine derxistin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.