Di sêyemîn konferansa nuneratiyên herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.
Îro yekşem li Hewlêrê 3mîn konferansa nuneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê ku, ji aliyê fermangeha têkiliyên derve hatibû organîzekirin destpê kir.
Di konferansa han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, konferans di demeke hesas de tê lidarxistin, rewşa deverê gelek aloze û çavên cîhanê jî li ser vê deverê ye û herêma Kurdistanê jî weke herêmeke biewle û aram cîhê baldariyêye bo cîhanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku, siyaseta herêma Kurdistanê siyaseteke aştîxwazane li ser esasê rêzgirtina hevbeş û du aliye lewre dixwaze li gel tavahiya aliyan xwedan têkiliyên baş û bihêz be û Kurdistan ti carî nebûye çavkaniya metirsiyan bo ser ti aliyeke din.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî kar û xebatên nuneratiyên herêmê li derveya welat bilind nirxand û ragihand ku, niha 14 nuneratiyên herêmê li derveya Kurdistanê hene û di demên pêş de ev hijmar vê zêdetir bibe û em bi dostên xwe yên navnetewî serfirazin ku, di rojên dijwar de hevkar û piştîvanê me bûne.
Mesrûr Barzanî herwiha ragihand ku, lazime serweriya Îraq û herêma Kurdistanê parastî be û nabe ti aliyek di vê warî de zêdegaviyan bike.
Di dawiya gotara xwe de Serokwezîr spasiya diyasporaya Kurdî kir û ragihand ku, em bi kar, xebat û destkeftên diyasporaya Kurdî serfirazin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin