Amerîka: Em bi ti awayî hêzên xwe navekêşin

civîna Bexdayê ne bo vekêşana hêzên Amerîkiye.
کوردستان TV
100%

Li Îraqê duhê civîneke taybet hatibû lidarxistin.

Piştî civîna duhê ya di navbera hêzên hevpeymanan bi pêşengiya Amerîka û hikûmeta Îraqê, hin aliyên Îraqî belav kirin ku, Amerîka dixwaze hêzên xwe ji Îraqê vekêşe.

Di vê derbarê de wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiriye ku, ev civîna han ya li Bexdayê ti elaqeyeke xwe bi hêzên Amerîkayê ve tuneye û civîn tenê bo giftûgo kirine li ser pênase kirina erkên nû yên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê.

Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, Amerîka bi ti awayî hêzên xwe yên li Îraq û deverê navekêşe.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.