Amerîka dîsa Tirkiye dixapîne

li hember F16an F35an dide Yûnanê.
کوردستان TV
100%

3 lobiyên mezin jî dijî firotina balefiran ketine tevgerê.

Piştî ku, duhê hikûmeta Amerîkayê nameya razî bûna xwe ya li dor firotina balefirên F16 bi Tirkiyeyê radestî Kongrêsê kir, derket ku, Amerîka dîsa li hember Yûnanê jî Tirkiye xapandiye.

Amerîka biryare çend balefirên F16 bide Tirkiyeyê lê li hember de jî balefirên F35 dide Yûnanê û biryare di nava 15 rojan de kongrêsa Amerîkayê jî li ser vê yekê biriyar bide.

Her çend Serokên her du komîteyên têkiliyên derve yên kongrês û civata pîran ragihandine û vê firotinê erê bikin lê sê lobiyên mezin yên li Amerîkayê jî lobiya Yûnan, Ermeniyan û Hindo bo ku, Amerîka balefirên han nede Tirkiyeyê dest bi liv û tevgerên xwe kirine û hewl didin kongrês razî bikin ku, ev biryara han ya hikûmetê erê neke.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.