Çend hajekên hûsiyan hatin ji nav birin

êrîşên Amerîkayê yên li dijî hûsiyan berdewamin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Amerîkayê ve hatine jinavbirin.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî îro şemî daxuyaniyek belav kiriye û têde qala vê yekê kiriye ku, hêzên wan li deryaya sor karîne çend hajekên çekdarên hûsî yên ser bi Îranê li Yemenê ji nav bibin.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku, çekdarên hûsî çend mûşek amadekiribûn ku, bavêjin çend keştiyên li deryaya sor lê hêzên deryayî yên Amerîkayê karîne êrîşa han pûç bikin û tevahiya hajekên han ji nav bibin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.