Amerîka tirşika çekdarên Îranî derxist

gelek çekdarên Îranî di encama êrîşên han de hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

8 navendên çekdarên Îranî hatine jinavbirin.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê yaku, bi CENTCOM jî tê nasîn îro sêşem daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa berdewamiya êrîşên Amerîka û hevpeymanên wî yên bo ser çekdarên Hûsî kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, şeva derbasbûyî hêzên deryayî û asmanî yên Amerîkayê û hevpeymanên wî, li deryaya sor êrîşî ser gelek navendên çekdarên hûsî yên ser bi Îranê kirine.

Di encama êrîşên han de herî kêm 8 navendên girîng yên weke cebelxane, radar, cîhên kombûna fermandaran û yekeyên mûşekavêj yên çekdarên hûsî bi temamî hatine wêrankirin û jinavbirin.

Herwiha balefirgeha Sena û navenda asmanî ya Dêlimî jî bi temamî hatine wêrankirin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.