Agir bi navendeke artêşa Îraqê ket

heta niha nayê zanîn ka gelo ev navend hatiye bordimankirin anjî na?
کوردستان TV
100%

Artêşa Îraqê dibêje teqîn çê nebûye.

Duhê bişev agireke mezin kete navendeke mezin ya çek û cebelxaneya artêşa Îraqê ya li Bexdayê.

Çapemeniya Îraqî duhê şev belav kir ku, bi rê ya balefiran êrîşî ser vê navendê hatiye kirin û navend bi temamî hatiye şewitandin.

Lê piştî demek ji belav bûna wan nûçeyan, artêşa Îraqê daxuyaniyek da û ragihand ku, ev navend nehatiye bordimankirin belkû agir girtiye.

Artêşa Îraqê ti zaniyariyên zêdetir li ser vê bûyerê belav nekiriye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.