Amerîka: 70 leşkerên me birîndar bûne

dibêje Amerîka di demeke nêz de bersifên dijwartir dide.
کوردستان TV
100%

Li Îraq û Sûriyeyê hatine birîndarkirin.

Li gor çapemeniya Amerîkayî êrîşên komên çekdar yên Îranî yên li Îraq û Sûriyeyê li dijî hêzn Amerîkî berdewamin.

Çapemeniya Amerîkî li ser zarê rayedarên wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiriye ku, di encama êrîşên wan rojên dawî yên wan çekdaran bo ser hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûriyeyê heta niha bi giştî 70 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve beriya niha wezareta berevanî ya Amerîkayê jî diyar kiribû ku, vê Amerîka li hember wan êrîşan bêdeng nebe û bersifeke dijwar bide wan êrîşan.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.