Amerîka êrîşî ser çend navendên hûsiyan kiriye.
Li gor daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê yaku, îro pêncşem hatiye belavkirin, hêzên Amerîkî û Brîtanî li deryaya sor êrîşeke berfire kirine ser çend navendên çekdarên hûsî li Yemenê.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, armanca êrîşên îro yên hêzên deryayî yên Amerîka û Brîtanyayê çend navendên mûşekî yên hûsiyan bûne û di encama êrîşa han de herî kêm 14 mûşekên hûsiyan yên ku, bo teqandinê hatibûn amadekirin, hatine jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin