Serokwezîrê Kurdistanê li gel wezîrê derve yê Komara Çek civiya.
Îro li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Komara Çek civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;
Îro li Davosê li gel wezîrê derve ya Komara Çek Jan Levasky civiyan.
Wezîrê derve yê Komara Çek bi tundî êrîşên Îranê yên ser Hewlêrê û kuştina xelkê medenî mehkûm kir û piştîvaniya welatê xwe jî bo asayîş û aramiya herêma Kurdistanê diyar kir.
Nav hatî balkêşande ser vê yekê ku, di wan demên nêz de şandeke mezin ya bazirganî ya Çekî serdana Îraq û herêma Kurdistanê dike.
Me jî spasiya hevsozî û piştîvaniya Komara Çek kir û amadebûna herêma Kurdistanê jî bo bihêztir kirina têkiliyên du alî diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin