Amerîka keştiyeke Îranî ji nav bir

ev keştiya han çekên qedexekirî bo hûsiyan veguhastiye.
کوردستان TV
100%

Li deryaya Sor ev keştiya han hatiye jinavbirin.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, hêzên deryayî yên Amerîkayê li deryaya Sor keştiyeke spaha pasdaran ya rejîma Îranê binav kiriye.

Di daxuyaniya fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî de hatiye diyarkirin ku, hêzên Amerîkî yên li deryaya sor dest danîne ser keştiyeke spaha pasdaran ya Îranê yaku, têde çekên qedexekirî hebûne.

Hêzên Amerîkî piştî dest biser dagirtina çekên Îranî ev keştiya Îranî jî binav xistiye.

Heta niha Îran li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Hêzên Amerîkî diyar kirine ku, ev keştiya han çek bo çekdarên hûsî veguhastiye û roja 11ê vê mehê ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatiye girtin û pişt re jî hatiye binavkirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.