Serokwezîr li gel wezîrê derve yê Amerîkayê civiya.
Îro li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Di çarçoveya beşdarî kirina me ya di komcivîna abûriya cîhanî ya li Davosê de, îro li gel wezîrê derve yê Amerîkayê birêz Antony Blinken civiyan.
Di destpêka civînê de wezîrê derve yê Amerîkayê behsa vê yekê kir ku, bi awayeke herî tund êrîşên Îranê bo ser Hewlêrê mehkûm dikin ku, binpê kirina eşkere ya serweriya Îraqê ye û hevxemiya welatê xwe jî bo malbet û kesûkarên qurbaniyên êrîşê diyarî kir.
Wezîrê derve yê Amerîkayê ev yek dubare kir ku, Amerîka û Serok Jeo Biden êrîşên han bo ser herêma Kurdistanê bicidî werdigirin û hewlên pêwîst yên bo parastina asayîş û aramiya herêmê didin.
Wezîrê derve yê Amerîkayê rêzdariya xwe ya li hember Serok Barzanî diyar kir.
Di civînê de me tekez li ser vê yekê kir ku, ev êrîşên han bê hincet û nerewane û nabe civaka navnetewî li hember ev êrîşên han bêdeng be.
Girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêm û hikûmeta federalî û dabîn kirina mafên destûrî yên herêmê mijarên din yên vê civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin