Bi beşdariya Serok Barzanî termên 2 şehîdên Hewlêrê hatin veşartin

rejîma Îranê welatiyên medenî qetil kir.
کوردستان TV
100%

Bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî îro 16.01.2024an merasîma veşartina termên êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê hate organîzekirin.

Şeva borî (Duşem, 15.01.2024) çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Piştre Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Roja 15-16ê Çileya 2024an demjimêr 23:30ê Supaya Pasdarên Îranê bi çend mûşekên balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê bombebaran kirin.”

“Ev êrîş û dijminatiyên li beranberî Herêma Kurdistanê çi sedem nînin û bêbehane ne, her tiştekê ji destê me hatî li Herêma Kurdistanê me kiriye, ji bo ku em zêdetir xizmeta xelkê xwe bikin û bi rengekê aştiyane jî peywendiyên xwe bi welatên cîran re pêş bixin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî got, “Mixabin, ew êrîş gelek bêsedem in û nabe bi çi rengan bê bersiv bimînin, em hêvîdar in Civaka Navdewletî arîkar be, ji bo ku ew êrîş bidawî bên ên ku tên ser Herêma Kurdistanê û rêyê bidin me ku em bikarin bi aştî û azadî li welatê xwe bijîn”.

Diyar kir jî, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên opozîsyona Îranê bûye. Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina li ser Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.