Welatên cîhanî êrîşa Îranê mehkûm dikin

rejîma Îranê duhê bişev tawaneke mezin ya terorîstî derheq bi gelê Kurd kir.
کوردستان TV
100%

Dibêjin êrîşa hovane nayê qebûlkirin.

Piştî êrîşên rejîma Îranê yên bo ser Hewlêrê û şehîd bûna welatiyên medenî, civaka cîhanî jî li dijî Îranê bertek nîşanda.

Di vê derbarê de Almanya, Franse, NY, Amerîka, Brîtanya û gelek welatên din bi weşandina daxuyaniyên cuda, êrîşên rejîma Îranê mehkûm kirin û ragihandin ku, di encama wan êrîşan de, welatiyên medenî hatine qetilkirin û ev êrîşên han bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Weke tê zanîn şeva derbasbûyî rejîma Îranê li gel komên terorîst yên ser bi Îranê êrîşî ser Hewlêrê kirin û di encama êrîşan de 4 welatiyên medenî şehîd bûn û 7 welatiyên medenî jî birîndar bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.