Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.
Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser van êrişan daxuyaniyek belav kir û da zanîn:
“Hincetên Supaya Pasdaran a Îranê bi tevahî bêbingeh in û ji rastiyê dûr in.”
"Herêma Kurdistanê ti carî nebûya çavkaniya gefan"
Serokatiya Herêma Kurdistanê, ev êrişên Îranê wekî "sûcên li dijî nirxên mirovatiyê" bi nav kirin û berdewam kir:
“Em êrişên Supaya Pasdaran a Îranê yên ku di encama wan de gelek sivîl şehîd ketine yan jî birîndar bûne bi tundî şermezar dikin.
Serê malbatên şehîdan sax be û Xweda şifayê bide birîndaran.
Hedefgirtina Herêma Kurdistanê û şehîdkirina sivîlan, li dijî nirxên mirovatiyê, cîrantiyê û hiqûqa navneteweyî tawanek e.
Ev êriş di heman demê de binpêkirina eşkere ya aştî, aramî û serweriya Îraqê ne.
Herêma Kurdistanê ti carî ji bo ti aliyî nebûye çavkaniya gefan û nabe jî.
Hincetên Supaya Pasdaran a Îranê bi tevahî bêbingeh in û ji rastiyê dûr in.
Ji ber vê yekê jî em bangî Hikûmeta Federal a Îraqê dikin ku ji bo eşkerekirina rastiyan demildest lêkolînan bike û peywira xwe ya parastina Herêma Kurdistanê û astanegirina van êrişan bi cih bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin