Êrîşên Amerîkayê bo ser hûsiyan didomin

Amerîka û Brîtanya tekez li ser domandina êrîşên xwe dikin.
کوردستان TV
100%

Dîsa êrîşî ser çend navendên hûsiyan li parêzgeha Hedîde hatiye kirin.

Li gor çapemeniya Yemenî, êrîşên Amerîk, Brîtanya û hevpeymanên wan yên din jî çekdarên hûsî yên ser bi Îranê ku, roja înê destpê kiribûn didomin.

Ççapemeniya Yemenî belav kiriye ku, duhê bişev dîsa balefirên şer yên Amerîkî û Brîtanî çend navendên hûsiyan li eyaleta Hedîde ya li Yemenê bordiman kirine û ev navendên han ji nav birine.

Heta niha derbarê zirarên êrîşên han de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Duhê jî Amerîka û Brîtanya çend navendên girîng yên hûsiyan ku, têde sîstemên radar hebûne ji nav biribûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.