Şanda komîsyonê îro serdana Hewlêrê dike

beriya niha 25ê Sibatê hatibû diyarîkirin lê komîsyon nikarî amadekariyên pêwîst bike.
کوردستان TV
100%

Li Serokatiya herêmê li gel aliyên Kurdistanî dicive.

Biryare îro şanda komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê bi mebesta giftûgo kirin derbarê diyar kirina dema hilbijartinên parlementoya Kurdistanê serdana Hewlêrê bike.

Li gor zaniyariyên berdest vê şanda komîsyona bilind ya hilbijartinan li Serokatiya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên têkildar yên Kurdistanê derbarê diyarî kirina dema hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bicive.

Weke tê zanîn beriya niha Serokatiya herêma Kurdistanê 25ê Sibatê bo hilbijartinê diyarî kiribû lê komîsyon gotibû ku, ev dema han kême û komîsyon nikare di vê demê de amadekariyên pêwîst bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.