Behsa hilbijartina Serokê parlementoya Îraqê hate kirin.
Îro li Bexdayê Serokê herêma Kurdistanê di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqî de, li gel Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê Muhsên Mendelavî civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û rola Serokatiya parlementoya Îraqê ya bo çareser kirina kêşeyan bi taybetî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hilbijartina Serokê parlementoya Îraqê hate kirin.
Her di heman civînê de her du alî tekez li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Îraqê kirin û anîn ziman ku, aramî û ewlekariya Îraqê bihevre girêdayiye û têkçûna rewşê li beşek ji Îraqê bandorê li ser deverên din jî dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin