Civînên Serokê herêmê li Bexdayê didomin

behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê kirine.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokî heşda şebî civiya.

Di duyem roja serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokê tîma heşda şebî Falih Feyaz civiya.

Di civînê de rixmî giftûgo kirin li ser rewşa siyasî ya Îraqê hevdem giftûgo derbarê êrîşên ser hêzên hevpeymanan, nuneratiyên dîplomatîkî yên li Îraqê û êrîşên DIŞI bo ser hêzên Îraqî jî hatiye kirin.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser vê yekê kirine ku, nabe Îraq bikeve nava aloziyên heyî yên li deverê û lazime parastina berejwendiyên welat û xelkê Îraqê karî herî lipêş ya tevahiya aliyan be.

Li ser vê yekê ku, êrîşên ser hêzên pêşmerge û Kurdistanê jî zirarê dide aramî û ewlekariya Îraqê hemfirkir bûn û balkêşandine ser têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê û daxwaza çareser kirina kêşeyan bi diyalogê kirin.

Weke tê zanîn duhê Serokê herêma Kurdistanê li Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê, Serokê berê yê parlementoya Îraqê û balyoza Amerîkayê jî civiya bû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.