Brîtanya jî dibêje êrîşên me dijî hûsiyan berdewam dibin.
Piştî êrîşên çekdarên hûsî yên li Yemenê bo ser xetên keştîranî û deryayî yên navnetewî û avêtina mûşekan bo Îsraîlê, hevpeymaniyeke nû bi organîzatoriya Amerîkayê dijî hûsiyan hate avakirin.
Ev hevpeymaniya han beriya ku, dest bi êrîşên xwe dijî hûsiyan bike, çend caran huşdarî da hûsiyan ku, dawî bi êrîşên xwe bînin lê hûsî berdewam bûn li ser êrîşên han, lewre ji roja înê ve ev hevpeymaniya han dest bi êrîşên xwe dijî hûsiyan kir û heta niha sê caran êrîşî ser hûsiyan kiriye.
Ji aliyê xwe ve wezareta derve ya Brîtanyayê jî diyar kiriye ku, heta êrîşên hûsiyan berdewam bin vê êrîşên hevpeymaniya cîhanî dijî hûsiyan jî bidomin.
Êrîşa duhê bişev ya hevpeymaniya cîhanî dijî hûsiyan bo ser navendeke radar ya hûsiyan li bajarê Hedîde bûye û di encama êrîşa han de ev navend bi temamî hatiye wêrankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin