Li Bexdayê cerbandinên DNA bo wan hatiye kirin.
Piştî dîtina goreke bikomî ya taybet bi welatiyên Kurd yên Enfalkirî û rêkarên pêwîst yên bo diyarî kirina DNAyên wan, ev canezeyên han bo Kurdistanê hatin şandin.
Kesûkarên şehîd û enfalkiriyan li berdem nûjdariya dadwerî ya Îraqê ev cenazeyên han wergirtin û biryare ev cenazeyên bi bi merasîmeke biheybet li Kurdistanê werin veşartin.
Ev 172 welatiyên Kurd ku, piraniya wan jin, zarok û kalemêrin bi destê rejîma Bes hatibûn enfalkirin û gora wan jî di sala 2019an li Semaweyê hatibû dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin