3 terorîstên DIŞIê hatin kuştin

hinek cebelxane û amûrên teqandinê jî hatine dîtin.
کوردستان TV
100%

Li Kerkûkê di encama bordimana artêşa Îraqê de hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Îraqî îro danê sibê balefirên şer yên Îraqê li devera Wadî Şayi li parêzgeha Kerkûkê êrîşî ser terorîstên DIŞIê kirine û di encama bordimana han de herî kêm 3 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Piştî bordimanê hêzên elekarî û îstîxbarata Îraqê jî çûne cîhê bordimanê û hinek cebelxane û amûrên taybet bi teqînan dîtine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.