Li çiyayên Kurdistanê berf dibare

berf barîn heta çend rojên din berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Li Hac Omeranê zêdetir ji 10 cm bariye.

Di çarçoveya ev pêla baran û berf barînê de ku, ji duhjê êvarê ve li seraserê Kurdistanê destpê kiriye de, li gelek deverên Kurdistanê bi taybetî deverên çiyayî berf bariye.

Di vê derbarê de Peymnêrê me yê li devera Hac Omeranê ragihand ku, îşev li devera Hac Omeranê herî kêm 10 cm berf bariye û berf barîn hîn jî berdewame û tê payîn asta berfê gelek zêdetir bibe.

Hevdem eşkere kiriye ku, tîmên parastina rêyan û tîmên hawar hatinê jî di amadebaşiyê dene û rê nadin ti rêyeke hatûçûyê were daxistin.

Ev pêla ku, niha li Kurdistanê de heye tê payîn heta roja duşema hefteya pêşiya me berdewam be.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.