4 polîsên Îraqî hatin kuştin

Tawanbarek jî di heman pevçûnê de hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Yek ji wan Efsere.

Li gor çapemeniya Îraqî îro çarşem li parêzgeha Dîwaniye ya li Başûrê Îraqê di dema rûbirû bûn li gel Tawanbaran û hêzên polîs de pevçûn çê bûye.

Dema polîs xwestiye Tawanbaran binçav bike, Tawanbar êrîşî ser hêzên polîs kirine û di encama êrîşa han de Efserek û 3 polîs hatine kuştin.

Hêzên polîs jî karîne yek ji Tawanbaran bikujin û 4 Tawanbarên din jî binçav bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.