Serokwezîr li gel balyozê Nemsayê civiya.
Îro li Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Nemsayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Nemsayê yê li Îraqê birêz Andrea Nassi kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên rewşa giştî ya Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên navbera her du aliyan de kir.
Me balkêşande ser têkiliyên dîrokî û taybetî yên di navbera herêma Kurdistan û Komara Nemsayê û piştîvaniyên vê welatî di qonaxên curbicur de li gelê Kurdistanê.
Balyozê Nemsayê xwesteka welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser piştîvaniya herêma Kurdistanê kir.
Li ser parastina nuneratiyên dîplomatîkî li Îraq û berdewam bûna wan li ser pîwerdariyên xwe bo parastina ewlekarî û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê hem fikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin