Hijmara torîstan li Kurdistanê tê zêde kirin

çend çalakiyên werzişî taybet bi zistanê têne organîzekirin.
کوردستان TV
100%

Hikûmet planeke taybet bo vê yekê amade kiriye.

Piştî belav bûna amarên torîstîkî yên hikûmeta herêma Kurdistanê yaku, têde qala hatina 8 miliyon torîstan bo herêma Kurdistanê di sala 2023an de tê kirin, vê carê jî komîteya torîzmê ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, bimebesta zêdetir kirina hijmara torîstên ku, di sala 2024an de serdana Kurdistanê dikin planeke nû hatiye amadekirin û armanc ji vê plana han eve daku, di sala 2024an de zêdetirji 10 miliyon torîst serdana herêma Kurdistanê bikin.

Komîteyê diyar kiriye ku, bo zistana îsal û rakêşana torîstên zistane bo herêma Kurdistanê çend çalakiyên curbicur yên werizişî yên zistane li çiyayên Kurdistanê têne organîzekirin.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.