Zirêvanê Serokê Hemasê jî sîxor bûye.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di nava wan 15 welatiyên Felestînî yên ku, li Tirkiyeyê bi hinceta sîxorî kirin bo Îsraîlê hatine girtin, yek ji wan zirêvanê Serokê Hemasê Xalid Meşel bûye.
Çapemeniya Tirkiyeyê diyar kiriye ku, îstîxbarata Tirkiyeyê kariye di operasiyonekê de 15 welatiyên Felestînî yên nîştecîhên Tirkiyeyê bi hinceta sîxorî kirin bo Îsraîlê bigirin û di nava wan girtiyan de yek ji wan zirêvanê taybetî yê Serokê Hemasê Xalid Meşel bûye û kariye ji destê îstîxbarata Tirkiyeyê bireve.
Weke tê zanîn Îsraîl beriya niha gotibû ku, li Tirkiyeyê jî vê êrîşî ser Serkirde û berpirsên Hemasê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin