Bi hinceta hevkarî kirin li gel Îsraîlê têne îdamkirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê dadgeha rejîma Îranê di civîna xwe ya dawî de ya derbarê dosyeya ev 4 ciwanên Kurd ku, bi hinceta hevkarî kirin û endam bûn di nava partiyeke Kurdî de hatibûn girtin, biryara dawî daye.
Dadgehê di civînê de bi tawana hevkarî kirina Îsraîlê cezayê darve kirinê daye wan her çar ciwanên Kurd ku, navên wan ewin;
Pijman Fatîhî 28 salî ye û xelkê Kamêranê ye, Muhsîn Mezlûm 27 salî ye û xelkê Mehabadê ye, Wefa Azerbar 26 salî ye û xelkê Bokanê ye, Mehmûd (Hejîr) Feramerzî jî 28 salî ye û xelkê Diwêlanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin