YMK: Ev êrîşên han bêencam dibin

dibêje ti bandoreke wan êrîşan li ser Kurdistan û Hewlêrê nabe.
کوردستان TV
100%

Yekîtiya mafperwerên Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye.

Îro pêncşem yekîtiya mafperwerên Kurdistanê li dor êrîşên bi dron li ser Hewlêra paytext daxuyaniyek belav kiriye û têde rixmî mehkûm kirina êrîşên han, hatiye gotin ku, ev êrîşên han yên ser Hewlêrê kartên zextêne û ti encameke wan jî nabe.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, armanc ji wan êrîşên terorîstî yên ku, bi hincetên dûr ji rastî têne kirin, têk birina aramiya Kurdistanê bi taybetî Hewlêrê ye lê bi ti awayî nagehêjin encam û ti bandoreke wan êrîşan jî nabe.

Herwiha hatiye nivîsandin ku, êrîş kirine ser Hewlêrê nîşaneya girîngiya pêgeha Hewlêrê ye weke navendeke siyasî li deverê de.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.