Hijmara qurbaniyên erdheja Japonê zêde bû

300 kes jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Tundiya erdhejê 7 pile bûye.

Li gor çapemeniya Japonî hijmara qurbaniyên erdheja 7.2 pile li ser pîwana rîşter yaku, beriya du rojan li girava Noto ya li Rojavayê Japonê dabû zêde bûye.

Çapemeniya Japonî diyar kiriye ku, di encama erdheja han de 62 kes canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 300 kesên din jî birîndar bûne.

Her îro çarşem rayedarên Japonî diyar kirine ku, erdhejeke din bi tundiya 5.5 pile ev devera han hejandiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.