Dibêje emê bi dijwarî li we bidin.
Piştî gefên Îran û hizbulaha Libnanê li Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê jî bersifa Îran û hizbulaha Libnanê da.
Serokwezîrê Îsraîlê Binjamîn Netanyahu ku, serdana eniyeke şer li Xezeyê kiriye, ragihandiye ku, eger Îran û hizbulah berdewam bin li ser êrîş û gefên xwe yên dijî Îsraîlê vê Îsraîl jî bersifeke dijwar bide wan û tiştek serê wan bîne ku, di xwena xwe de jî nedîtibin.
Netanyahu tekez li ser vê yekê kiriye ku, şerê Îsraîlê dijî hemasê berdewam dibe û lazime sînorê navbera Misir û Xezeyê jî bikeve destê Îsraîlê.
Nav hatî diyar kiriye ku, Îsraîl li çend eniyan şer dike û ev şerê han jî vê çend mehan bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin