Herî kêm 20 çekdar hatine kuştin.
Li gor jêderên çapemeniyê şeva derbasbûyî balefirên şer yên Amerîkayê êrîşî ser karwaneke leşkerî û locistîkî ya komên çekdar yên ser bi Îranê li navçeya Ebûkemal ya li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê de kirine.
Derbarê vê êrîşê de navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kiriye ku, di encama êrîşa han de yaku, bo ser karwaneke leşkerî û cebelxaneya komên çekdar pêk hatiye, herî kêm 20 çekdarên ser bi Îranê hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin