Pentagon: Êrîş di nava axa Îranê de pêk hatiye

heta niha Îran derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

Bi dron êrîşî ser keştiyek li deryaya Hindê hatibû kirin.

Îro yekşem wezareta berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) derbarê êrîşa duhê ya bo ser keştiyek ku, têde madeyên kîmiyayî hebûne daxuyanî da.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê eşkere kiriye ku, lêkolînên hûr yên îstîxbaratî li ser vê êrîşa han hatine kirin û di encam de derketiye drona ku, pê êrîşî ser keştiyê hatiye kirin di nava axa Îranê de hatiye avêtin.

Pentagonê diyar kiriye ku, ti zirareke vê êrîşa han nebûye.

Heta niha Îran di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.