9mîn kongreya xwe lidar xistibû.
Nêçîrvan Barzanî jiber 9mîn kongreya Yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Serkeftina 9mîn kongreya Yekîtiya jinên Kurdistanê li Sekreter û endamên nû yên Sekretariyeta nû ya yekîtiya jinên Kurdistanê û tevahiya jinên Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftina berdewam bo wan dixwazim.
Hêvî dikim yekîtiya jinên Kurdistanê weke sazî anjî dezgeheke pêşeng û zindî ya jinan bi coşeke zêdetir berdewam û serkeftî be di warê parastin û berevanî kirin ji mafên jinan û pêşde birina jîhatî û karînên jinan di her warî de.
Bi vê minasebeta han yekîtiya jinên Kurdistanê dilniya dikim ku, weke hertim hevkar û piştîvanê xebat û têkoşîna jinan bo yeksanî, bidest anîn û parastina mafên wan û misogeriya beşdariya ektîf ya jinan di tevahiya waran de dibin.
Spas û rêzdariya me bo têkoşîna Sekreter û time berê ya Sekretariyeta yekîtiya jinên Kurdistanê heye û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
23.12.2023
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin