Amerîka: Ev biryar ne di destê hikûmetê deye

heta niha Kongrês li dijî firotina F16an ye.
کوردستان TV
100%

Dibêje heta Kongrês erê neke hikûmet nikare vê yekê bike.

Çavkaniyek ji civata asayîşa nîştimanî ya Amerîkayê ji çapemeniya welatê xwe re qala firotina balefirên şer yên F16 bi Tirkiyeyê kiriye.

Ev çavkaniyê ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike ragihandiye ku, biryara dawî ya firotina balefirên F16 bi Tirkiyeyê ne di destê hikûmetê deye belku, di destê Kongrêsa Amerîkayê deye û heta Kongrês biryar nede hikûmet nikare li vê warî de gavek bavêje. lê heta niha Kongrêsa Amerîkayê her tim dijatiya xwe ya li hember firotina F16an bi Tirkiyeyê raber kiriye.

Weke tê zanîn beriya çend rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî gotibû Amerîka ji me re gotiye protokola endam bûna Swêdê li NATO bipejrînin daku, em jî balefiran bidin we.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.