Serokê herêmê li gel şandeke Amerîkî civiya

behsa têkiliyên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%


Behsa rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê hate kirin.

Êvara îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayî bi Serokatiya Cîgira wezîrê derve yê Amerîkayê Victoria Nuland kir.

Di civînê de ku, balyoza Amerîkayê li Îraqê û hijmareke dîplomatên Amerîkî jî têde beşdar bûn behsa têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa navxweyî ya Kurdistanê hate kirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina asayîş û selametiya nuneratiyên dîplomatîkî û hêzên Amerîkî û hevpeymanan li Îraqê kir û di vê derbarê de jî li ser stendina rêkarên pêwîst ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo westandina êrîşan hemfikir bûn.

Derbarê rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê de jî her du alî jihev fêm kirina aliyên Kurdistanî bi taybetî PDK û YNK li herêma Kurdistanê û li ser asta Îraqê bi pêwîst wesif kirin û di vê derbarê de Serokê herêmê jî behsa başbûna têkiliyên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de kir.

Hilbijartinên parêzgehên Îraqê, rewşa deverê bi giştî, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bandora şerê Îsraîl û Hemasê û çend mijarên din yên cîhên girîngiya hevbeş mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.