Serokwezîr li gel Serokê asayîşa nîştimaniya Îraqê civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokê dezgeha asayîşa nîştimaniya Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand:
Îro me pêşwaziya Serokê dezgeha asayîşa nîştimanî ya Îraqê birêz Ebdulkerîm Ebid Fazil kir.
Di civînê de me tekez li ser pêşde birina hemahengiya ewlekarî di navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin