Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derveya Amerîkayê kir

behsa rewşa ewlekariya Îraq û deverê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derveyê Amerîkayê Victoria Nuland û şandeka li gel de kir ku ji xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê û birêz Mark Stroh Konsulê Giştiyê Amerîka li Hewlêr û hejmarek dîplomatkarên Amerîkî pêkhatibûn.

Di civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera wan û babeta mafên destûrî û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Her di vê civînê de ronahî xistin li ser gefên emnî û metirsiyên serhildana Da'îş li Iraq û navçeyê û tekez li ser hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal û hevpeymanan ji bo rûbirûbûna gefa terorê û astengên emnî kirin.

Rewşa siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê mijareke dinê hevdîtinê bû û şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo pêşveçûna jêrxana herêmî û aramiya Herêma Kurdistanê hebû û tekez jî li ser pêwîstiya hemahengî û wekheviya di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Di beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê herdem hewla daye li Iraqê da fakterê aramî û çareseriyê bê û xwazyarê ewe jî bûye ku kêşeyên li gel Hikûmeta Federal bi guftûgoyê çareser bike, lê belê komek fakter hene ku bûne rêgirê li çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal û vegerandina koçberan û asayîbûna rewşa devera Şingalê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.