NY dijî Îranê biryareke nû dide

NY Îran bi binpê kirina mafên mirovan mehkûm kir.
کوردستان TV
100%

Îran jî nerazîbûna xwe diyar dike.

Duhê bişev di civîna civata giştî ya Netewên Yekgirtî de li ser daxwaza çend welatên Rojavayê, civata giştî ya NY derbarê mafên mirovan de li dijî Îranê biryareke nû pejrand û Îran bi binpê kirina eşkere ya mafên mirovan mehkûm kir.

Piştî vê biryara han Peyvdarê wezareta derve ya Îranê jî ragihand ku, ev biryara han vê yekê îsbat dike ku, welatên Rojavayî çawe mafên mirovan weke amûrek bo gehêştin bi armancên xwe yên derqanûnî bikar tînin.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî herwiha diyar kiriye ku, ev biryar ti bandorek li ser Îranê nake û Îran ti hesabek bo vê biryara han nake.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.