Almanya nasnameya xwe ji Tirkan distîne

dibêje siyaseta Almanyayê li hember welatiyên Tirk tê guhertin.
کوردستان TV
100%

Dozgerê giştî yê dîwana edaleta Ewrûpayê ev yek eşkere kiriye.

Dozgeriya giştî yê dîwana edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê ragihandiye ku, hikûmeta Almanyayê siyaseteke nû li hember wan welatiyên Tirk yên ku, ji Tirkiyeyê koç kirine û çûne Almanya û bûne xwedan nasnameya Almanî cîhbicîh dike.

Li gor daxuyaniya han, hikûmeta Almanyayê biryar daye nasnameya welatî bûna xwe ji wan welatiyên Tirk yên ku, ji Tirkiyeyê reviyane Almanya û daxwaza penaberiyê ji Almanyayê kirine û bûne xwedan nasnameya welatî bûna Almanyayê lê dîsa vegeriyane Tirkiye û nasnameya welatî bûna Tirkiyeyê bidest anîne, vê nasnameya Almanî bûnê ji wan bistîne.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.