Îro jî êrîşî ser keştiyeke din kirine.
Fermandariya navendî ya Amerîkayê CENTCOM îro pêncşem belav kir ku, li behra sor keştiyek bi alaya giravên Marshal daxwaza hevkarî û alîkariyê ji hêzên deryayî yên Amerîkayê kiriye.
CENTCOM herwiha diyar kiriye ku, çekdarên hûsî bi du mûşekan êrîşî ser vê keştiyê kirine lê ev mûşekên han ber keştiyê neketine.
Weke tê zanîn beriya du rojan Hûsî dîsa êrîşî ser keştiyeke Norvêjî kiribûn û ev keştiya han agir girtibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin