Serok Barzanî: Bendewarî ji yekîtiya jinan heye

dibêje rola yekîtiya jinan bo bilind kirina hişmendiya netewî gelek girînge.
کوردستان TV
100%

Di peyamekê de 71 saliya damezrandina yekîtiya han pîroz dike.

Îro duşem Serok Barzanî bi minasebeta 71 saliya damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Birêzan Sekreter û endamên mekteba Sekretariyeta yekîtiya jinên Kurdistanê,

Bi minasebeta 71mîn salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî we û tevahiya endamên yekîtiya we ya têkoşer û tevahiya jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya jinên Kurdistanê xwedan ezmûneke zengîne bo destpêka beşdarî kirin û pêgehandina jinên Kurdistanê di nava jiyana siyasî de û rola vê di nava xebata gelê me de û herwiha bo nasandin û berevanî kirin ji mafên jinan li ber çave.

Hertim ev bendewarî ji yekîtiya jinên Kurdistanê heye ku, çavkaniya hişmendiya netewî û nîştimanî û pîşeyî be bo tevahiya jinên Kurdistanê û hewl bo parastina mafên jinan di nava malbet, cîhên kar, qada siyasî û qadên din y ên civakê de bide.

Mesûd Barzanî

11.12.2023

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.