Nêçîrvan Barzanî: Azadiya rastîn bêyî azadiya jin nemisogere

dibêje berdewam dibin li ser piştîvanî kirina têkoşîna wan.
کوردستان TV
100%

71 saliya damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê pîroz dike.

Îro duşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 71 saliya damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî jinên Kurdistanê û vê yekîtiya han kir û têkoşîn û qurbanîdana jinên Kurdistanê bo azadî û yeksanî bilind dinirxîne.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kiriye ku, yekîtiya jinên Kurdistanê weke dezgeheke pêşeng bo berevanî kirin ji mafên jinan di nava her du serdemên şoreş û azadî de di nava xebata medenî ya civaka Kurdistanê de xwedan roleke gelek girîng û serekeye û rixmî berevanî kirin ji mafên jinan hevdem bi sedan jinên jêhatî jî pêgehandiye ku, rola wan di her warî de liber çave.

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de diyar kiriye ku, ava kirina civakeke têgehêştî û azad bêyî azadiya jinê nemimkune, jiber vê çendê jî tevahiya piştîvaniya xwe bo maf û têkoşîna jinan dubare dikin û hevkar û piştîvanê wan dibin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.