Hikûmet li gel kompaniyên petrol û gazê civiya

her du alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên heyî kirine.
کوردستان TV
100%

Behsa têçûya hêlbirînê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyeke hikûmeta herêma Kurdistanê, şanda hikûmetê li gel nunerên kompaniyên petrol û gazê civiyaye.

Di civînê de giftûgo derbarê mijarên weke têçûya hêlbirîn û veguhastina petrol û gazê hatiye kirin û di heman civînê de şanda hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kiriye ku, ev weke hikûmet têbînî û pêşniyarên kompaniyên han dane wezareta petrolê ya federalî û hikûmeta federalî lê heta niha hikûmeta federalî ti bersifek nedaye.

Di beşeke din ya civîna han de şanda hikûmetê diyar kiriye ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze bilez kêşeyên heyî werin çareserkirin û bo vê yekê jî gavên pêwîst avêtiye lê heta niha Bexda di vê derbarê de gav neavêtiye.

Di berdewamiya civînê de nunerên kompaniya petrol û gazê jî behsa ev kêşe û astengiyan kirine ku, di demên derbasbûyî de rastî wan hatine û daxwaza çareser kirina wan kêşeyan jî kirine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.