Li Hewlêr û derdorê têne çandin.
Li gor daxuyaniyeke navenda medya û zaniyarî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi hevkariya hikûmeta herêmê, wezareta jîngeh ya hikûmeta federalî û piştîvaniya Netewên Yekgirtî li Hewlêr û çend deverên din yên Îraqê hemleya çandina 500 hezar daran destpê kiriye.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ev darên han li gel rewşa keş û hewa y a Kurdistanê digonce û bandoreke gelek baş li ser jîngeh û keş û hewaya deverê de dike.
Ji aliyeke din ve vê navendê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, hemleya çandina 1 miliyon darên berû li Kurdistanê jî dom dike û heta niha 300 hezar darên berû jî hatine çandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin